PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê 24ê Cotmehê pêşwazî li balyozê Kanada li Iraqê Ulric Shannon û şanda pê re kir.
Serokwezîr Barzanî spasiya balyozê Kanada kir ji ber hewlên wî yên pêşxistina pêwendiyên Kanada bi Kurdistan û Iraqê re û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Balyozê Kanada behsa girîngiya berdewambûna pêwendiyên Kanada bi Herêma Kurdistanê re kir û hêviya welatê xwe bo pêşxistina pêwendiyan anî ziman.
Di civînê de rewşa Iraqê piştî hilbijartinên giştî û pêwendiyên Kurdistan û Iraqê û piştevanîkirina Pêşmerge di şerê terorê de û çend mijarên din hatin axaftin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin