PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê ve hat dayîn, hat diyarkirin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Balyozê Pakîstanê yê Iraqê pêşwazî kir.
Hat diyarkirin ku Serokwezîr Barzanî, îro pêşwaziya Balyozê Pakîstanê yê Iraqê Ehmed Emced Elî û şanda ligel wî kir.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de li ser pêwendiyên dualî, rewşa siyasî ya herêmî û giştî guftûgo hatiye kirin.
Hat diyarkirin ku Ehmed Emced Elî, ji ber bidawîbûna erka xwe ya li herêmê ev serdana xatirxwestinê kiriye û Serokwezîr Barzanî ji bo kar û xebatên wî yên di dema erka wî de spasî kiriye.
Her wiha hat diyarkirin ku Balyozê Palîstanê jî li ser pêşketin û avedaniya herêmê, rêzdariya xwe ya li hember aliyên têkildar yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo hevkarî û piştevanîkirina dema erka xwe, haniye zimên û spasî kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin