Serokwezîr Barzanî, Balyozê Îtalyayê pêswazî kir

Serokwezîr Barzanî, Balyozê Îtalyayê pêswazî kir

PeyamaKurd- Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî, îro pêşwaziya Balyozê Îtalyayê yê Bexdayê kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokwezîr Barzanî, Balyozê Îtalyayê yê Bexdayê Maurizio Greganti û şanda ligel wî pêşwazî kir û hat zanîn ku di hevdîtinê de li ser pêwendiyên dualî û geşedanên dawî yên herêmê nirxandin hatin kirin.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û pêşxistina pêwendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê û girîngiya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja diyarkirî de jî hat nirxandin.

Her wiha hat diyarkirin ku di hevdîtinê de pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de jî hatin gotûbêjkirin û hat gotin ku divê hemû pirsgirêk bi taybetî hêzên darayî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûr û yasaya bûdceyê de bên çareserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin