6 ciwan ji Libyayê bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin

6 ciwan ji Libyayê bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin

PeyamaKurd - 6 ciwanên din ên ku xelkê parêzgeha Silêmaniyê ne û li Libyayê asê mabûn, piştî zêdetirî 2 mehan bi vegeriyan Herêma Kurdistanê.

Navenda Hevahengiya Qeyranan a Herêma Kurdistanê ragihand ku ev prose bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi hevahengiya Wezareta Karên Navxwe û Daîreya Pêwendiyên Derve hate encamdan.

Tîmên tenduristiyê li balafirgehê pişkinînên bijîşkî ji bo ciwanan kirin û piştre ew radestî malbatên wan hatin kirin.

Her wiha hate ragihandin ku 14 Kurdên din di girtîgehên Libyayê de hatine dîtin û rêkarên vegerandina wan berdewam dikin, di heman demê de lêgerîna ji bo 10 kesên windabûyî jî didome.

Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî Ebubekir Elî diyar kir ku bi vegera van ciwanan re, hejmara koçberên ku di nava salekê de ji Tûnis û Libyayê vegeriyane ji 500 kesî derbas bûye.