6 kocberên Kurd ên Êzidî li Yûnanistanê asê mane û ji bo alîkariyê hawarê dikin

6 kocberên Kurd ên Êzidî li Yûnanistanê asê mane û ji bo alîkariyê hawarê dikin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li nav daristaneke rojhilatê bakurê Yûnanistanê çend Kurdên Êzidî ku dixwazin derbasî Ewropayê bibin, asê mane û niha rûbirûyî tîbûn û birçîbûnê bûne.

Li gorî nûçeya Rûdawê 6 koçberên Êzidî yên ku ji ser Tirkiyeyê ve xwestina derbasî Ewropayê bibin, li nav daristaneke Yûnanistanê asê mane û di nava wan de jin û zarok jî hene. Koçberekî ji wan gotiye: “Rewşa me gelek xirab bûye û xwarin û vexwarin bi me re nemaye.”

Wî koçberî daye zanîn, ji bilî keç û hevjîna wî sê kesên din bi wan re ne û ew hemû xelkê nehiyeya Sinûnê ya Şingalê ne û niha ji ber tîbûn û birçîbûnê nikarin gavekê biavêjin û herwiha nizanin ku derê ve jî biçin.

Qaçaxçiyan beriya sê rojan ew şeş koçber, bi otomobîla xwe birine ser Çeme Merîçê yê di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de û ew li wê derê hiştine.

Qaçaxciyan ji wan re gotine 10 seatan bi meş herin hûn dê bigihin nav bajêr lê ev sê roj in dimeşin û  rêyeke zehmet derbas kirine û hêj negihiştine ti bajarekê.

Ew her şeş kes li herêma çiyayî ya daristana navçeya Sufliyê ya Evrûsa Yunaistanê asê mane û dixwazin hin kes bi hawara wan ve biçin.

Koçberê Kurd gotiye, doh piştî nîvro wan pêwendî bi polîs û rêxistinên sivîl ên Yûnanistanê re kirine û got: “Wan soz dan me ku dê bilez xwe bigihînin me lê heta niha kesî alîkariya me nekiriye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin