PeyamaKurd – Ofîsa saziyeke alîkariyê ya Almanî li navçeya Kifrî ya parêzgeha Silêmaniyê, do derengiya şevê hat şewitandin.
Berpirsê projeyên rêxistina HAUKARI Huner Fexredîn îro diyar kiriye, dîmenên kamerayan nîşan didin ku komek kes ofîsa wan şewitandine û got ku ew avahî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Huner Fexredîn daye zanîn: “Ofîs bi tevahî şewitî, di nav de pirtûkxaneyek mezin, salona semîneran û hejmarek xalîçeyên taybetî yên ku me ji bo çalakiyan kirîbûn hebûn.”
Herwiha Fexredîn eşkere kiriye, ew gumana kesî nakin û ew texmîn dikin ku ziyan derdora 60 hezar dolaran de be û wiha berdewam kiriye: "Polîsa derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin."
Li gorî malpera HAUKARI, ev 25 sal in li Herêma Kurdistanê û Iraqê çalak e. Li ser çalakiyên di derbarê rûbirûbûna tundiya li ser jinan, wekheviya zayendî û beşdarbûna ciwanan di diyalogên di navbera komên etnîkî û olî yên welat de sekinîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin