70 dîplomatên nexwestî bi du balafiran vegeriyan Moskowê

70 dîplomatên nexwestî bi du balafiran vegeriyan Moskowê

PeyamaKurd – 70 dîplomatên Rûsî yên di balyozxaneya Sofya ya Bulgaristanê de dixebitîn bi du balafiran ji Sofyayê derketin û vegeriyan Moskowê.

Bulgaristanê 70 dîplomatên rûsî wekî kesên nexwestî diyar kiribû û dîplomatên rûsî bi sîxuriyê hatibûn tawanbarkirin.

Hat zanîn ku 70 dîplomatên di Balyozxaneya Sofya ya Federasyona Rûsyayê, tevî endamên malbatên xwe îro 3yê Tîrmehê bo Moskowê hatin vegerandin.

Piştî biryara Bulgaristanê, Balyozê Sofya yê Rûsyayê Eleonora Mitrofanova got ku pêwendiyên herdu welatan hatine asta qutbûnê û diyar kir ku wê Rûsya bersive tund bi mislî bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin