PeyamaKurd – Piştî jehrdana Mela Bexityar ku çû Almanya û li wê derê tedawiya xwe kir, îro dageriya Herêma Kurdistanê, bajarê Silêmaniyê. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo pirsa Mela Bextiyar bike û bixêrhatina wî bike jê re telefon kir.
Di axaftina telefonê de Barzanî memnûniyeta xwe ji ber ku Mela Bextiyar bi saxlemî dageriyaye Kurdistanê ragihand û jê re jiyaneka bi tenduristî xwest.
Mela Bextiyar sipasiya ji Mesrûr Barzanî kir û hem razîbûna xwe ya ji bo telefona Barzanî anî ziman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin