80 zîndanî ji zîndana Seqizê firar kirin

80 zîndanî ji zîndana Seqizê firar kirin

PeyamaKurd- Rêxistina mafên mirovan ya Kurdistana Rojhilat Hengaw Human Right Organization vîdeoyekî belav kir û paşî ragihand ku li Kurdistanê li bajarê Seqizê li zîndanê gardiyan, hêzên asayîşê û zîndanî pevçûne. Di halê pevçûnê de, di ser 80 kesên zîndanî de ji zîndanê reviyane.

Li gor ragihandina fermî ya Îranê di zîndanê de girtî ketine nav çalakiyan û dewlet xwestiye wan aram bike lê ew ji zîndanê reviyane.

Pasdarên Îranê û hêzên asayîşê bo girtina zîndaniyên reviyayî operasyonan dane destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin