PeyamaKurd - Li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, pênc Kurdistanî ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve bi tohmeta “bikaranîna înterneta satelîtê ya Starlink” hatin binçavkirin.
Li gorî zanyariyên ku Tora Mafên Mirovan a Hengawê belav kirine, ev binçavkirin di navbera 21 û 26ê Adarê de pêk hatine.
Hengawê navê Kurdistaniyên ku hatine binçavkirin wekî Koroş Zehrabî, Bextiyar Tawisî, Mihemed Şerîfî, Afşîn Necmî û Kiyanoş Adilpûr eşkere kirin.
Hat ragihandin ku operasyon ji aliyê hêzên ser bi Wezareta Îstîxbarata Îranê (Îtilaat) ve hatine kirin.
Di raporê de tê gotin ku çekdarên rejîmê bi ser malên van kesan de girtine, lêgerînên bêyî destûra dadgehê kirine û hin kelûpelên wan ên şexsî destese kirine.
Li gorî çavkaniyên herêmî, ev pênc welatî bi darê zorê hatine binçavkirin û ber bi cihên nenas ve hatine birin. Malbatên wan diyar dikin ku tevî hemû hewildanên wan, saziyên rejîmê tu agahî derbarê cihê girtinê û rewşa hiqûqî ya xizmên wan de nadin.
Ev pêla binçavkirinan di demekê de ye ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zextên li ser amûrên ragihandinê yên satelîtê zêde bûne.
Li gorî raporên mafên mirovan, ji destpêka şerê dawî ve, heta niha li Rojhilatê û Îranê nêzîkî 1700 kes bi hincetên ewlehiyê hatine girtin. Rêxistinên mafên mirovan nîgeraniya xwe tînin ziman ku ev kes ji mafê parastina hiqûqî û darizandineke adil bêpar werin hîştin.