PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 14ê Nîsanê di çarçoveya Peymana 29ê Çileyê ya navbera HSD û Şamê de, 800 malbatên koçberên Efrînê ji herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ber bi bajarê xwe ve bi rê ketin.
Hate zanîn ku karwan ji 800 malbatan pêk tê û ber bi bajarê Efrînê ve bi rê ketine.
Hêjayî gotinê ye, ev karwanê sêyem e ku bi serpereştiya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ber bi Efrînê ve tê şandin. Karwanê yekem ji 400 malbatan û ya duyem jî ji 200 malbat pêk hatibû.