9 sal û 15 roj cezayê Mizrakli hat pesendkirin

9 sal û 15 roj cezayê Mizrakli hat pesendkirin

PeyamaKurd – Cezayê zîndanê yê ku Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê li Şaredarê Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli birîbû, ji aliyê dadgeha herêmê ya Diyarbekirê ve hat pesendkirin.

Şaredarê Diyarbekirê Selçûk Mizrakli ku ji HDPê hatibû hatibû hilbijartin, piştî  Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ew ji kar dûr xistin û qeyûm li şûna wî danî, 22yê Cotmeha 2019an hatibû girtin.

Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê 9 sal û 15 roj cezayê zîndanê li Mizrakli birîbû ku ew îro ji aliyê Dadgeha Îstinafê ya Herêmî li Diyarbekirê ve hat pesend kirin.

Çav li rê ye parêzerên Mizrakli ji bo betalkirina wî cezayî serî li Dadgeha Bilind bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin