90 hezar mirov dan kustin û niha sîna wan dikin

90 hezar mirov dan kustin û niha sîna wan dikin

PeyamaKurd- Ji niha û 104 sal berê an ku di 1915 an de serpereştên dewleta Osmaniyan Îttîhad û Terakî perwer Enwer Paşa bo dewleteka Tûranî ava bike, 90 hezar leşker ku piraniya wan Kurd bûn, wan birin navçeya Sariqamîşa bi ser bajarê Qersê. Enwer Paşa fermandarê artêşa dewleta Osmaniyan bû hem bi Kurda re dijminahiyê dikir.

Her çendîn dîroka fermî behsa şerê li dijî Rûsyayê dike, armanca Enwer Paşa ew bû ku, ji Tirkiya îro heya Moxolîstanê dewleta Tûranan ava bike. Enwer Paşa difkirî ku ew leşker bên kuştin ji kîsê Kurdan çûn. Eger biserbikevin, ji xwe wê dewleta Tûraniyan ava bikin.

Kesên weka Enwer Paşa, Cemal Paşa û Talat Paşa di şerê cîhanê yê yekem de bi faşîstên Almanan re hevkarî kiribûn û bi Almanan re bûbûn sedema derketina şerê cîhanê yê yekemîn.

Niha bi hezaran kes tevlî bîranîna an şîngirtina wê bûyerê dibin û kesên ku xwe dewama Enwer Paşa dibînin, serpereştiya vê bîranînê dikin. Her sê paşayên navborî, piştî şerê cîhanê nikaribûn li welatê xwe bihewin û reviyan derveyê welatê xwe. Li derve jî hatin kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin