Parlementerên bazî: Ger Amerîka li Sûriyê bixe li wan xin

Parlementerên bazî: Ger Amerîka li Sûriyê bixe li wan xin

PeyamaKurd-Rojnameya Îngîlîz ya Daily Telegraphê ragihand ku parlementerên Rûsyayê yên bazî ji Putin re gotine eger Amerîka êrîşê Sûriyê bike, li fuzeyên Amerîka bixin.

Balyozê Rûsya yê li Lubnanê jî got eger fuze ji aliyê Amerîka de werin ser Sûriyê, wê Rûsya wan fuzeyan bixîne. Hem hişyariyekî hat dayîn da balafirên sîvîl bo wexteke 72 sietan di ser Sûriyê de nefirin.

Temsîlkarê Rûsya yê li Netweyên Hevgirtî Vasili Nebenzya do êvarê ji Amerîka re weha got: “Ez ji we daxwaz dikim, xwe ji planê ku niha ya ku hun çêdikin, xwe dûr bixin. Wê gunahê macerayên di derveyê qanûnan de, bi temamî para Amerîka be.”

Mezinên rojavayê, di mijara êrîşên bi çekên kîmyewî de ku bi hevre bixebitin, li hev kirin. Serokê Fransayê Emmanuel Macron got ku îhtîmala êrîşeka weha hebe, wê tesîsên Sûriyê yên kîmyewî bombe bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin