Bexda piştî koalîsyonê li pey hevkariyeke nû ya serbazî ya ligel Amerîkayê ye

Bexda piştî koalîsyonê li pey hevkariyeke nû ya serbazî ya ligel Amerîkayê ye

PeyamaKurd - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan, di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku piştî domandina lûtkeya erkên koalîsyona navneteweyî ya li welat, rêveberiya Bexdayê hewl dide bingehên hevkariyeke nû û dualî ya serbazî ligel Washingtonê ava bike.

Ev daxuyanîya hevdemî serdana fermî ya Serokwezîr Elî Zeydî ya ji bo Amerîkayê hat dayîn, ku di vê çarçoveyê de tê bendewarkirin Zeydî li avahiya Pentagonê ligel Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth bicive daku hûrgiliyên hevkariya serbazî ya paşerojê gotûbêj bikin.

Numan destnîşan kir ku Iraq dixwaze di warên perwerdehiya serbazî, hîndekariya çekan, pevguhartina agahiyên îstîxbaratî û bilindkirina şiyana artêşê de peymandariyeke bihêz ava bike; her weha da zanîn ku aramiya ewlehiyê ya ku niha li welat heye, peyameke zelal dide kompanyayên biyanî ku Iraq ji bo veberhênanê amade ye.

Ji aliyê din ve, Berdevk Sebah Numan bal kişand ser mijara krîtîk a komkirina çekan û biryara hildana wan a tenê di bin kontrola dewletê de û diyar kir ku ev pêngav biryareke serwerî ya navxweyî ya Iraqê ye û tu destwerdaneke dervayî tê de nîne.

Numan aşkere kir ku ev biryar li ser bingeha îradeya gel, daxwaza parlamentoyê û telîmatên mercîyeta dînî hatiye girtin û Serokwezîr Zeydî ev dosya xistiye nav rêzika pêşaniyên herî giring ên hikûmetê daku biryarên ewlehiyê tenê di destê saziyên fermî de bin.

Di vê çarçoveyê de, di bin serokatiya Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevpar de komîteyeke navendî hatiye avakirin û tê bendewarkirin ku di rojên pêş de grûp û komên din ên çekdar jî bi fermî derbasî bin sîwana saziyên ewlehiyê yên dewletê bibin, ku ev yek wekî pêngaveke dîrokî ya ji bo çareserkirina aloziyên navxweyî hat tomarkirin.