Li Herêma Kurdistanê dadgeha taybet a dosyayên gendeliyê tê damezrandin

Li Herêma Kurdistanê dadgeha taybet a dosyayên gendeliyê tê damezrandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Herêma Kurdistanê ji bo têkoşîna dijî gendeliyê dadgeheke taybet tê damezrandin.

Serokê Desteya Destpakiyê Hakim Ehmed Enwer ji medya Kurdistanê re ragihand, Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê, biryara pêkanîna dadgeheke taybet ya ji bo dosyeyên gendeliyê daye.

Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê jî ragihandiye ku pêkanîna vê dadgehê, li ser daxwaza Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê ye ku berîya niha bi nivîsekê daxwaza vê dadgehê ji Encûmena Wezîran hatibû kirin.

Desteya Destpakiyê destxweşî li pêngavên Encûmena Bilind a Dadweriyê kir û da zanîn, “Ev pêngav dê bandoreke wê ya baş li ser rûbirûbûna gendeliyê û yekalîkirina zû ya dosyayan bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin