PeyamaKurd – Hevserokê HDP ê Mithat Sancar derî ji namzedê serokkomariyê yê ‘Hevkariya Millet’ Kemal Kılıçdaroğlu re vekir. Sancar tevlî bernama Fatih Altaylı ya di televizyona Habertürkê de bû û got:
“Li ser xêrê be. Em bende ne ku were û bi me re biaxife.”
Hevserokê HDP ê Sancar axaftina xwe bi kurtî weha dewam kir:
“Me gotibû ku em ji bo namzedê hevpar bende ne. Divê namzed bi me û hevkarên me re biaxife. Me gotibû eger nebe em ê namzedê xwe derxin. Lê piştî erdhejê rewşeka dinê çêbû. Ji bo ev desthilat here, di şûna em namzed deynin, destekkirina yek namzedekî baştire. Pêvajo dewam dike. Li ser xêrê be. Em bende ne ku were û bi me re biaxife.
Bazar an munaqeşa wezaretan di rojeva me de tine. Armanca me li hevkirina demokratîke. Hedefa me ku em ji Tirkiyê re aştiyê û edaletê bînin. Em bende ne ku li ser van babetan biaxifin. Derdê me ne ew ku em bernama xwe bi zorê bi wan bidin qebûl kirin. Divê li ser mijarên bingehîn li ser nexşerêyekî lihev bikin.
Ne ji bo sibê lê divê birîn derman bibin, derbasî demokrasiya xwurt bibin û ji bo wan jî divê li ser destûrekî em lihev bikin. Em dixwazin hilbijartin di tûra yekem de biqede. Ji destê me çi were em ê bi erênî tevbigerin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin