PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna çapemeniyê de tîşkê xist ser gelek mijaran ku raya giştî meraqa wan dikir. Mijareka girîng ya ku herkes meraq dike yek jê petrola Kerkûkê ye.
Mijara petrola Kerkûkê ew e ku niha Bexda nikare wê petrolê bifroşe û rojane digihê 250-300 varêl petrolî. Barzanî ragihand ku eger Bexda bixwaze wê karibin di firotina petrolê de bibin alîkar. Mijara petrola Rosneftê de ti problemek tine ye ku Hewlêr û Bexda li serê hemfikrin û peymana bi Rosneftê re li gor qanûna Iraqê hatiye îmzekirin. Rosneft şîrketa Rûsyayê ye. Esas problem di SOMO de heye ku ji petrola Kerkûkê berpirse.
Di mijara pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê de Barzanî got ku divê arîşe helbibin. Eger nebin aramî û seqamgirî nayê Iraqê. Ew her tiştên xwe di çarçoveya qanûna Iraqê de dixwazin. Barzanî sedema “referandûma serxwebûnê” jî, van arîşeyan nîşan da.
Barzanî di mijara dorpêça ser Îranê de de got ku ew tabi’ê Bexdayê ne û bingeha dorpêçê hêj bi temamî diyar nîne. Elektrîk û xaza aliyê Basrayê û herêma wê derê %60 ji Îranê tê. Di pêşde wê diyar bibe bê Bexda çi bike.
Li ser pirseka gelekî girîng Barzanî behsa propagandeya dijminahiya Kurdan kir ku fikreka weha hebû; kîjan partî bêhtir di hilbijartinan de dijminahiya Kurdan bike, ew partî dê bêhtir dengan bîne. Lê vê carê bi eksa wê çêbû. Xelk xizmet, elektrîk, av û kar dixwaze. Ne dijminahiya Kurdan.
Di babeta vekirina rêya navbera Hewlêr û Kerkûkê de Barzanî got ku 2 roj berê heyetek ji Kurdistanê bo hevdîtinan çûye û têkiliyên di vê mijarê de dewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin