Wî welatî, dest danî ser kestiya Îranê!

Wî welatî, dest danî ser kestiya Îranê!

PeyamaKurd- Hikûmeta Yemenê ragihand ku keştiyeke ku madeyên hişber ên Îranê tê de bûn, hat desteserkirin.

Wezîrê Ragihandinê yê Yemenê Muamer El Îryanî, di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku hêzên ewlehiyê keştiyek Îranê li peravên parêzgeha Mahrayê ya li rojhilatê welêt desteser kir.

Hat diyarkirin ku di keştiyê de 3 ton û 173 kîlo madeyên hişber hatiye desteserkirin û 7 xebatkarên keştiyê ku welatiyên Îranê ne jî hatine desteserkirin.

Îryanî, ji Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest ku "Hewldanên Îranê ji bo daxistina navçê bi milîsên çekdar û barkirina madeyên hişber şermezar bike."

Li ser vê daxuyaniyê, rayedarên Îranê heta niha derbarê mijarê de tu daxuyanî nedane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin