PeyamaKurd- Dr. Vakkas Çolak ragihand ku sala borî li Japonyayê kursa zimanê Kurdî vekiribû û derçûyên xwe daye, niha wê li welatê Çînê li zankoya Pekinê bo beşa zimanê Kurdî veke, xebatên xwe dewam dike. Dr. Çolak weha got:
“Niha li Awrûpayê, Amerîkayê, Rûsyayê û gelek welatên din perwerda zimanê Kurdî û kursên wan hene lê li Japonyayê cara ewilî kursa zimanê Kurdî vebû. Hem Muze ya Etnografyayê ya Japonyayê ferhengekî ji 86 zimanan amade dike. Di nava wan de zimanê Kurdî jî heye. Min wê amade kir. Di dema pêşiya me de wê ferheng bê weşandin. Îsal wê Çîn jî bo perwerda zimanê Kurdî gav bavêje. Zankoya Pekînê ne tenê perwerde an Kurs lê wê beşa zimanê Kurdî veke. Niha amadekariya wê dikin. Ev tev encama têkiliyên Herêma Kurdistanê û Çînê ye. Hem difikirim wê Kore û Taywan bo zimanê Kurdî gav bavêjin. Ew jî bi Kurd û zimanê Kurdî eleqedar dibin. Bi sedema têkoşîna Kurda ya serkeftî ya li hemberê DEAŞ ê, dinya Kurd û Kurdiyê baştir fêm kir.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin