PeyamaKurd – Piştî biryarên hejmarek welatên endamên NATOyê, Parlamentoya Fransayê jî li ser pejirandina protokola endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandayê biryara xwe da.
Di dengdana Parlamentoya Fransayê de, protokola 21ê Tîrmehê ya endamtiya Swêd û Fînlandayê bo NATOyê çû ber dengdanê.
Hat ragihandin ku di dengdanê de, li beramber 46 dengên ‘na’ 209 parlamentarên fransî dengê ‘belê’ daye û endamtiya herdu welatan bo NATOyê hatiye pesendkirin.
Hêjayî gotinê ye, divê 30 welatên endamên NATOyê heman biryarê bidin daku endamtiya Swêd û Fînlandayê ya NATOyê fermî bibe.
Niha tevî rêkeftina ligel Sêwêd û Fînlandayê ku Tirkiyê vetoya xwe rakiribû jî hîn parlamentoya Tirkiyê ji bo mijarê neciviyaye û biryara xwe eşkere nekiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin