Êrîskerê Parîsê ji binçav birin polîklînîka psikiyatriyê

Êrîskerê Parîsê ji binçav birin polîklînîka psikiyatriyê

PeyamaKurd – Êrîşkerê ser Kurda yê Parîsê yê bi navê William B. yê 69 salî piştî 3 kesan kuşt û 4 kesan birîndar kir, polîsê Fransayê wî xistibû binçav lê vê êvarê mijar car din guherî û vê carê êrîşker li ser şîreta psîkiyatrîst ji bin çav derxistin û birin klînîka psîkiyatriyê. Ofîsa dozgeriya Parîsê, ragihand ku doktor çûye êrîşker muayene kiriye û raporê daye ku şertên wî yên tendursitiyê ji bo mayîna di binçav de nabe.

Klînîka psîkiyatriyê ya di bin fermana rêvebiriya asayîşê de got, wexta ku kujer karibe îfade bide, wê dadgerê lêpirsînê îfadê wî bistîne.

Heman êrîşker berê jî bi şûr avêtibû ser kampekî penaberan û wekî din di bûyerekî din de yekî jî birîndar kiribû. Ew bi xwe ji dezga rêya hesin ya fermî ya Fransayê xaneşîne.

Lê îro piştî bûyerê kolanên Parîsê car din tevlihev bû di navbera terefdarên PKK ê û polîsan de pevçûn derket. Her tiştî deynin rexekî tişta balkêş ew bû ku gelek otomobîl ji aliyê xwepêşandêran de hatin qelibandin û şewitandin ku ew erebe hemû yên Kurda bûn. Dîmen bi temamî ketin ser medya civakî bê wê kî hesabê vêya bide ku erebe bi zanîn nehatine şewitandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin