Îsraîlê dêreke dîrokî ya li Serîda Gazzeyê bombebaran kir

Îsraîlê dêreke dîrokî ya li Serîda Gazzeyê bombebaran kir

PeyamaKurd – Wezareta Karên Navxweyî ya Gazzeyê diyar kir, di êrîşa Îsraîlê ya derengiya şeva borî de gelek kesên ku xwe sipartine dêrê li Gazzeyê hatine kuştin û birîndarkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, êrîş li kampusa Dêra Ortodoks a Yûnan a St. Porphyrius a li bajarê Gazzeyê hatiye kirin.

Di êrîşê de derveyê dêrê zirar dît û avahiyek li kampusa dêrê hilweşiya.

Hat ragihandin ku di êrîşê de herî kêm 8 kes mirin.

St. Porphyrius dêra herî kevn e ku hîn li Gazzeyê tê bikaranîn û li taxa dîrokî ya bajêr e.

Ji aliyê din ve, Patrîkxaneya Ortodoks a Orşelîmê diyar kir ku ew êrîşa li kampusa dêrê "bi tundî şermezar dikin".

Di daxuyaniya ku ji aliyê Patrîkxanê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Armanckirina dêr û saziyên wan, her wiha stargehên ku ji bo parastina welatiyên bêguneh, bi taybetî zarok û jinên ku ji ber êrîşên hewayî yên Îsraîlê li ser deverên niştecihbûnê di 13 rojên dawî de malên xwe ji dest dane, sûcekî şer e ku nayê paşguhkirin."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin