Serokê Kore ya Bakûr Kim Jong-un serokê Amerîkayê Donald Trump dawet kiribû da hev bibînin. Trump jî hevdîtinê qebûl kir û wê di meha gulanê de hev bibînin.
Şêwirmendê ewlekariyê yê Kore ya Bakûr Chung Eui-Yong, piştî ku bi rêvebirên Amerîka re hevdîtinê kir, li Qesra Sipî beyanekî da. Chung di beyana xwe de behs kir ku di nameya ku serokê Kore ji Trump re şandiye, tê de gotiye ku dixwaze di demeka nêz de bi Trûmp re hevdîtinê bike. Chung weha dewam kir: “Serok Trump got ku wê di meha adarê de, bo nîvgirava Koreyê ji sîlihên nukleerî safî bibe û aştiyeka mayîn de çêbibe, wê bi Kim Jong-un re hevdîtinê bike.”
Chung Eui-Yong di babeta roja hevdîtinê de agahî neda.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin