PeyamaKurd- Pisporê ewlekariyê yê Tirkiyê Abdullah Ağar di ser hesabe xwe yê Twitterê de ragihandiye ku Ali Haydar Kaytanê bi navê kod ‘Fuat’ li başûrê Kurdistanê li Qendîlê di operasyona ku di payîza sala borî de bi rêya balafirên bêmirov de hatiye kirin ji nav hatiye birin. Peyama Ağar wehaye:
“Li gor agahiya ku min ji seha PKK ê bihîstiye ji 7 mirovên PKK ê yê girîng Ali Haydar Kaytan sala borî ji nav hatiye birin lê rêxistin agahiyê vedişêre.”
Li gor Ağar ew kesên ku ji PKK ê tên û teslîmê Tirkiyê dibin wan jî piştrast kiriye ku mijar raste. Kaytan yek ji damêzrênerê PKK ê ye û di rêvebiriya rêxistinê de ye.
Mijar raste an na, nayê zanîn lê heya niha bûyer ji aliyê PKK ê de nehatiye piştraskirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin