Amerîka karwanekî din ê leskerî sand Rojavayê Kurdistanê

Amerîka karwanekî din ê leskerî sand Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd - Amerîka karwaneke hêzê ji çek û kelûpelên leşkerî derbasî Rojavayê Kurdistanê kir.

Li gorî nûçeya K24ê duh bi şev Amerîkayê karwaneke hêzê ku çek û zirîpoş hilgirtibûn, derbasî bajarokê Rimêlan kir.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) belav kir, Amerîka nêzîkî 60 barhilgirên ku çek, tank û zirîpoş hilgirtibûn, derbasî herêmên HSDê kiribûn.

Di du rojên borî de, Amerîka bi armanca avakirina baregeheke leşekerî li bajarokê Dirbêsiyê, karwaneke din a leşekrî derbasî Rojavayê Kurdistanê kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin