PeyamaKurd - Çekdarên ku ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve têne piştgirîkirin, li herêma Efrînê hilgirtin, nîşandan û firotina "Alaya Kurdistanê" bi fermî qedexe kir. Li gorî zanyariyan, ev qedexe hem gundewarên Efrînê û hem jî navenda bajêr li xwe digire.
Li gundê Gemrûkê zext li ser ciwanan
Li gorî nûçeya ku Rûdawê belav kiriye, li gundê Gemrûkê yê navçeya Mabatayê, pênc ciwanên Kurd ji ber hilgirtina Alaya Kurdistanê û amadekariyên Newrozê hatin rawestandin. Ev ciwanên ku navên wan Mistefa Reşîd Mihemed Şoto, Ferhad Şêx Hesen, Diyar Mihemed Hemo, Ednan Ehmed Şoto û Ednan Hemûş e, çekdaran ew birin Navenda Ewlekariya Giştî ya Mabatayê û li wir lêpirsîn li ser wan hatiye kirin.
Kontrola kargehan li navenda Efrînê
Her weha li navenda bajarê Efrînê, bi taybetî li ser rêya stratejîk a Racoyê, çekdaran dest bi kontrolkirina kargeh û dikanan kir. Wan hişyarî daye dikandaran ku firotin an jî daliqandina Alaya Kurdistanê qedexe ye û di dema amadekariyên Newrozê de çênabe ev ala were bikaranîn.