Aldar Xelîl: Me ji xwediyên Sûriyê zêdetir sînorên wê parast

Aldar Xelîl: Me ji xwediyên Sûriyê zêdetir sînorên wê parast

PeyamaKurd - Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEMê Aldar Xelîl got: "Em tevahî şêniyên vê xakê ne. Divê tevahî parastina yekîtiya xaka Sûriyê bikin. Her wiha jî ji bo itîrafkirina bi mafên gelê Kurd bê kirin, dixebitin.”

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di mîtinga protestokirina êrîşên Tirkiyê de axivî û li ser rêkeftinên dawî yên Tirkiye-Rûsya û Tirkiye-Amerîkayê wiha got:

“Niha jî di pêvajoyeke dijîn, dibe ku di asta leşkerî de dijwar be. Lê belê li pêşberî me merheleyeke nû bi deriyên serkeftinê re heye da ku serkeftina dawî ragihînin. Em ji danûstandinên bi Şamê re amade ne. Em tevahî şêniyên vî welatî ne. Heke di hin aliyên der barê formekirina rêvebertiya Sûriyê yan hin madeyên di destûrê de yan jî îtîraf bi mafên gel û pirrengiyê li Sûriyê nayên kirin, bi nakok in, lê belê tenê di tiştekî de li hev dikin. Divê tevahî Sûriyê biparêze. Em Sûrî ne û parastina yekitiya xaka wê dikin. Ew jî bi rêya qurbaniyan hat sepandin. Me ji xwediyên Sûriyê zêdetirîn, sînorê Sûriyê parast."

Xelîl li ser êrîşên Tirkiyê ragihand, “Bi berxwedanê, xewnên Erdogan ên ku bi armanca dagirkirin, qirkirina gel, darbeya li modela Rêveberiya Xweser û biratiya gelan têk çûn. Erdogan tevahî hêza xwe xist xeterî ye û li hember tevahî hêzên navdewletî sekinî, tenê xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike."

‘Em hem xaka Sûriyê diparêzin hem jî nahêlin Osmaniya nû dagir bike’

Xelîl wiha domand: "Me ji tevahî cîhanê re sepand ku ji bo yekitiya xaka Sûriyê parastina rûmeta Sûriyê şer dikin. Her wiha jî li dijî Osmaniya nû ya dagirker li ber xwe didin û nahêlin xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê dagirkirin."

‘Wê felsefeya neteweya demokratîk bipêş bikeve’

Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut bike û tev li xaka Tirkiyê bike û wiha da zanîn: "Erdogan dê der barê hewldana xwe ya dagirkirina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de poşman bibe. Yekitiya gelan û felsefeya neteweya demokratîk mayînde ye û projeya demokratîk dê her bi pêş bikeve."

‘Heke Şam dirûst e deriyê dagirkeriyê divê li Tirkiyê bigire’

Di berdewamê de Aldar Xelîl got, "Heke Şamê der barê parastina serweriya Sûriyê de durist e, ka bi hev re bicivin, biaxivin û li ser aliyên siyasî li hev bikin. Di heman demê de deriyê li pêş dewleta Tirk a dagirker a faşîst digirin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin