Aldar Xelîl: “Em bo muzakereyên bi Sûriyê re amade ne”

Aldar Xelîl: “Em bo muzakereyên bi Sûriyê re amade ne”

PeyamaKurd – Li Binxetê, bi sedema salvegera 9 em ya tevgera Binxetê merasimekî hat lidarxistin. Di merasimê de endamê hevserokatiya PYD ê Aldar Xelîl bertekê li hemberê gotinên serokê Sûriyê Beşer Esed yên li ser Rêvebiriya Xweser dabû nîşan da û got:

“Axaftina Esed fund bû û behsa çareseriya pirsgirêkên Sûriyê nekir. Em car din dibêjin bo çareseriyê rêya herî baş diyaloge.”

Di merasimê de Aldar Xelîl behsa merasima sondxwarina Beser Esed ya bo serokkomariyê kir û got Esed bê ku nav bide behsa HSD ê kir. Li ser gotinên Esed, Aldar Xelîl weha dewam kir:

“Em bende bûn ku Esed bo çareseriya krîza Sûriyê û bo licemhevgirtina pêkhateyên Sûriyê tewrekî nîşan bide. Lê mixabin behsa çareseriyê nekir û gotinên tund serf kir. Digel vî tewrê wî jî, em bo diyalogê amade ne. Dahatûya Sûriyê û Sûriyeyiyan bi ciddîyeta ku çendîn xwe nêzê mijarê dikin ve girêdayiye.

Çareseriya herî baş bi eksa gotinên wî yên tund, divê li ser projeyekî demokratîk em lihev bikin, yekîtiya Sûriyê biparêzin û diyalog û muzakereyan tercih bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin