Aldar Xelîl: Rejîma Sûrî ji bo parastina sînoran ne cidî ye

Aldar Xelîl: Rejîma Sûrî ji bo parastina sînoran ne cidî ye

PeyamaKurd - Endamê Komîteya Rêveber a TEV-DEMê Aldar Xelîl ji Rojnameya Şerq el-Ewset re axivî û got, “Divê Rêjîma Sûriyê baş li pêşketinên ku li herêmê rû didin, binêre û xwe ji qonaxa danûstandinan re amade bike.”

Xelîl hişyariya parçebûna Sûriyê da û da xuyakirin, divê Rûsya ji bo danûstandinên bi rejîmê re bikeve tevgerê û bi rolekî cidî rabe.

Aldar Xelîl diyar kir, divê rejîm li Rêveberiya Xweser a ku Kurd, Ereb û Suryanan bi hev re ava kiriye bi awayekî baş binêre û destnîşan kir, armanca yekem ya her kesî divê xaka Sûriyê ji êrîşên dewleta tirk were parastin, paşê ew ê dest bi nîqaşkirina babetên siyasî û birêveberî bikin.

Aldar Xelîl: Em dîsa Şamê vedixwînin maseya danûstandinan

Aldar Xelîl teqez kir ku rejîm ji bo parastina sînorên Sûrî ne cidî ye, ev jî di çekên ku rejîmê bi hêzên xwe re şandibûn, hat diyarkirin.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMê Aldar Xelîl bang ji bo nûkirina danûstandinên bi rêjîmê re kir û got, “Pir pêwîst e niha danûstandin bi rejîmê re dest pê bikin, wê demê em dikarin nêrînên xwe derbarê destûrê de bidin û çawa herêm were birêvebirin û çawa birêveberiyên sivîl xwe bi rê ve bibin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin