Alîgirên ENKSê ji bo azadkirina 25 girtiyan li Qamislo xwepêsandan kir

Alîgirên ENKSê ji bo azadkirina 25 girtiyan li Qamislo xwepêsandan kir

PeyamaKurd – Endam û alîgirên partiyên bi ser Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ve, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek li dar xist.

Endam û alîgirên ENKSê di xwepêşandanê de 3 daxwaz kirin ku yek ji wan azadkirina girtiyên siyasî, ya duyem rawestandina êrîşên li ser binkeyên ENKSê û daxwaza lêborînê ji ENKSê kirin.

Li gorî zanyariyan tê çaverêkirin, xwepêşandan û nerazîbûn di rojên bê de berfirehtir bibin û li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê werin lidarxistin. Armanca sereke ya xwepêşandanan ew e ku ji Rêveberiya Xweser tê xwestin, 25 girtiyên ku di nav wan de hin kes 10 salin girtîne werin azadkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin