Almanya | Derket holê ku êrîskarê dikanên tirkan bixwe tirkekî DAISî ye

Almanya | Derket holê ku êrîskarê dikanên tirkan bixwe tirkekî DAISî ye

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Almanyayê kesê gumanbarê êrîşên ser dikanên tirkan roja înê li stasyona Mühldorf am Inn hatiye desteserkirin.

Dozgeriya Alman dibêje ku ew kesê ji ber êrîşên bajarê Waldkraiburgê hatiye desteserkirin, welatiyê Alman ê eslê wî tirk e û 25 salî ye.

Li gorî dozgeriyê pêwendî û hezkirina wî kesî ya DAIŞê heye ku xwestiye tevî wan bibe û herwiha ji tirkan jî nefret dike.

Li gorî zanyariyan ew kes beşdarî gelek êrîşên ser dikanên hemwelatiyên ji Tirkiyê bûye. Berevajî nûçeyên ku digotin, ew êrîş ji ber nakokiyên navbera tirk û kurdên li Almanyayê ye, ji tirkan bixwe nefret dike û loma jî êrîşê wan dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin