PeyamaKurd- Serokê Şûra Aştiyê yê Afxansitanê Kerîm Xelîlî got ku divê ew li bende nînbin ku Talîban were bi wan re lihev bike lê bi êrêkirina her dû aliyan, divê rêyeka hevpar bê dîtin û aştiyê çêbikin.
Kerîm Xelîlî di merasimeka li Kabîlê de got ku bo xwîna li Afxansitanê diherike raweste, divê aştî saz bibe û weha dewam kir:
“Li Afxansitanê her roj di ser sed kesî de însan dimrin. Li Afxanistanê teror nizane raweste û her dû alî jî tên kuştin. Bo destpêka hevdîtinên aştiyê, ne ji hev cuda lê divê bi hevre em tevbigerin.”
Temsîlkarê taybet yê Amerîkayê Zalmay Xelîzad ev 13 roje ku li Qatarê bi rêvebirên Qatarê re hevdîtinan dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin