Almanyayê ji nû ve dest bi rahênana Pêsmerge kir

Almanyayê ji nû ve dest bi rahênana Pêsmerge kir

PeyamaKurd – Welatê Almanya ku piştî rageşî û aloziya navbera Amerîka û Îranê li Iraqê, çalakiyên xwe yên leşkerî li Iraqê rawestandibûn ji nû ve dest bi rahênana Pêşmerge kir.

Wezareta Berevaniya Almanyayê ragihand ku wan ji nû ve dest bi rahênana hêzên Pêşmerge kiriye, lê çalakiyên xwe yên li herêmên din ên Iraqê wê hilawistî bihêle ku rawestiyane.

Piştî kuştina Qasim Silêmanî ji aliyê Amerîkayê ve Parlamena Iraqê biryara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê derxistibû ku tenê kutleyên şîe yên Iraqê beşdarî dengdanê bûbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin