APIKURê nûçeya Şerq-ul Ewsatê red kir: Em hewldanên Mesrûr Barzanî teqdîr dikin

APIKURê nûçeya Şerq-ul Ewsatê red kir: Em hewldanên Mesrûr Barzanî teqdîr dikin

PeyamaKurd – Komeleya Pîşesaziya Neftê ya Kurdistanê (APIKUR) îro, Duşemê, (31.03.2025) bi daxuyaniyeke fermî nûçeyeke rojnameya “Şerq-ul Ewsat”ê red kir ku li ser tora Xê belav bûbû. 

Wê nûçeyê îdia kiribû ku APIKURê Hewlêr û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi astengkirina hinardekirina nefta herêma Kurdistanê tawanbar kiriye. 

Lê belê APIKURê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew hewldanên Serokwezîrê Hikûmeta Herêmê, Mesrûr Barzanî teqdîr dikin, ku her tim bi xemxurî hewl daye ku di dema herî zû de nefta Kurdistanê dîsa bê hinardekirin.

Di daxuyaniya fermî ya APIKURê de her weha hate gotin ku şirketên endamên komeleyê, hewldanên giştî û taybet ên Serokwezîr Mesrûr Barzanî û berpirsên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina hinardekirina nefta Kurdistanê bi rêya boriya Iraq-Tirkiyê bi rûmet dibînin.

APIKURê careke din dubare kir ku bi tekezî hinardekirina nefta Kurdistanê wê bibe sedema bexteweriyê ji bo hemû welatiyên Iraqê û hêvî dikin ku pirsgirêk di demeke nêzîk de bên çareserkirin.

Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.