Ji Îranê pêşniyareke nû bo Amerîkayê

Ji Îranê pêşniyareke nû bo Amerîkayê

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Îranê pêşniyareke nû daye Amerîkayê daku Tengava Hurmizê ji nû ve veke, lê di vê pêşniyarê de behsa bernameya xwe ya nukleerê nake.

Îran daxwaz dike ku di berdêla vekirina tengavê de, Washington dawî li dorpêçên aborî û deryayî bîne.

Her çiqas ev pêşniyar bi rêya Pakistanê gihîştibe Koşka Spî jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku heta Îran dest ji bernameya nukleerê bernede, ew tu peymanên mayînde îmze nakin.

Trump li ser Fox Newsê diyar kir ku "hemû kart di destê wan de ne" û eger Tehran aştiyê bixwaze, dikare rasterast bi telefonê pewendiyê deyne.