PeyamaKurd - Li devera Gulale ya Xaneqînê di encama teqînekê de cotkarek birîndar bû û kesek jî li heman deverê ji ber hilweşîna xanî mir.
Hat zanîn çku îro danê sibê li gundê Şêx Bawe, ku dikeve navbera bajarê Kelar û bajarokê Gulale yê Xaneqînê, bombek teqiya.
Li gorî agahiyan di encama wê teqînê de cotkarekî ku diçû nav zeviyên xwe, birîndar bû.
Herwiha şeva borî jî li bajarokê Gulale xaniyek hilweşiya û di wê rûdanê de kesek mir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin