Asayîş: Bi tank û çekên giran êrîş kirin, lê nekarîn bikevin Şêx Meqsûdê

Dîroka Weşanê :
Asayîş: Bi tank û çekên giran êrîş kirin, lê nekarîn bikevin Şêx Meqsûdê

PeyamaKurd- Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê (Asayîş) bi daxuyaniyeke nû ragihand, Artêşa Ereban a Sûriyeyê bi piştgiriya rasterast a tank û çekên giran hewl da bikeve nav taxa Şêx Meqsûdê

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê da zanîn ku şervanên wan kariye hewlên êrîşkaran têk bibin û bersivê bidin êrîşê û da xuyakirin: “Komên çekdar ên hikûmeta Şamê ku di nav wan de milîsên "Emşat, Hemzat û Nûredîn Zengî" hene, ji eniya Wadî Zeytûnê du caran hewl dan bikevin nav taxa Şêx Meqsûdê. Ev êrîş bi piştgiriya rasterast a tank û çekên giran hatin kirin.”

Asayîşê eşkere kir ku hêzên wan karîne her du hewlên wan pûç bikin û bersiva êrîşê bidin ku

komên êrîşkar neçar mane ku ji wê eniyê bipaş ve bikişin.