PeyamaKurd - Li ser gefên operasyonê yên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bo Rojavayê Kurdistanê, Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, seferberî ragihand.
Encûmena Cîbcîkar ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî seferberiya giştî li herêmên rêveberiya xweser ragihand û bang li hemû gelên Sûriyê kir, ‘bi yek destî li dijî siyasetên dagirkirinê yên dewleta Tirk rabin.’
Di daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî û di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) û Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê hat kirin ku li dijî planên Erdogan ên dijminane helwestê bigirin.
Herwiha bang li hikumeta Sûriyê jî hat kirin ku bi helwesteke fermî li dijî gefan helwesta xwe nîşan bide ku Erdogan dixwaze beşek ji axa Sûriyê dagir bike û ev jî tê wateya binpêkirina serweriya Sûriyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin