PeyamaKurd – Li qereqola Kirmanê ya Îranê, leşkerekî di wargeha leşkerî de gule li 5 hevalên xwe reşandin.
Li bajarê Kirman ê Îranê leşkerekî li baregeha leşkerî ya Îranê teror belav kir.
Fermandarê Biryargeha Herêma Başûrê Rojhilatê ya Artêşa Îranê Tûggeneral Amir Gulamalian di daxuyaniya xwe de diyar kir ku leşkerekî ku ji xala xwe ya cerdevaniyê derketiye, girtiye ser wargehê û gule li 5 hevalên xwe reşandine.
Golamalian da zanîn ku heta niha nayê zanîn leşkerê nenas çima gule li hevalên xwe reşandine û diyar kir ku ji bo girtina leşkerê ku piştî êrîşê ji baregehê reviyaye operasyon hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin