PeyamaKurd - Li Tirkiyê kanala muxalif a televizyonê ji ber peyva ‘Kurdistan’ê hat cezakirin lê televîzyonên nêzîkî hikûmetê yên weke ATV, A Haber, Ulkte Tv û Kanal 7yê ku heman peyv lê hatiye bikaranîn re tu ciza nehat birîn.
Saziya Bilind a Televizyon û Radyoyên Tirkiyê (RTUK) ji ber gotina Kurdistanê televizyona muxalif a bi navê TELE 1 ya ku li Tirkiyê weşanê dike ceza kir.
Axaftina Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli ya ku li parlementoya Tirkiyê kiribû, li ser televizyonên TELE 1, ATV, A Haber, Ulkte TV û Kanal 7yê ku navenda wan li Tirkiyê ye hat weşandin. Temelli di axaftina xwe de peyva ‘Kurdistan’ê bikaranîbû. Temelli gotibû, “em dê li Kurdistanê qezenc bikin û lirojavayê Tikriyê jî bikin ku AKP û MHP têk biçin.”
Li gorî nûçeyên medya tirkî, piştî bikaranîna peyva Kurdistanê, RTUKê derbarê televizyona TELE 1ê de raportek amade kiriye û xwestiye televizyon bihê sizadan.
DEST DANÎN SER BEŞEKE DAHATÊN TELEVIZYONÊ
RTUKê, bi hinceta ku ‘çênabe ku weşan li dijî yekrêzî û serweriya dewletê û prensîbên Ataturkî be’ bernameya televizyonê du caran rawestandin.
Herweha dest danîn ser ji sedî 3yên dahatên reklamê yên wê kanalê.
NÛNERÊ CHPê LI RTUKê ÎTIRAZ KIR LÊ...
Ji hêla din ve nûnerên Partiya Komariya Gel (CHP) li RTUKê li dijî biryarê derketin. Nûnerên CHPyî destnîşan kirin ku heman axaftina Temelli di kanalên nêzîkî hikûmetê de, di TELE 1, ATV, A Haber, Ulkte Tv û Kanal 7yê de jî hatiye weşandin û nabe TELE 1 were sizadan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin