Lavrov û Pompeo civîyan: Dema destpêkirina proseya hevkariyê hatiye

Lavrov û Pompeo civîyan: Dema destpêkirina proseya hevkariyê hatiye

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro 14ê Gulanê beriya civîna ligel hemkarê xwe yê Amerîkî Mike Pompeo li Soçiyê da xuyakirin, êdî dem hatiye di navbera Rûsya û Amerîka de proseyeke hevkariya  nû ya avaker dest pê bike.

Lavrov diyar kir ku di navbera herdu welatan de gelek mijarên guman li ser hene, lê ew hêvî dikin diyalogeke avaker çêbibe.

Lavrov ji bo têkoşîna  terorê û jiholê rakirina krîzên herêmî û seranser dinyayê û bal kişand ser pêwîstiya hevkariya stratejîl ligel Amerîkayê û xweşbîniya xwe bo hevdîtinên pilelind anî ziman.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Pompeo jî diyar kir ku pêşveçûna têkiliyên herdu welatan ne tenê ji bo Rûsya û Amerîkayê herwiha ji bo tevahiya dinayayê wê baş be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin