Rejîm amadekariya êrîseke mezin dike

Rejîm amadekariya êrîseke mezin dike

PeyamaKurd – Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên rejîmê amadekariyên leşkerî yên mezin li başûrê bejahiya Idlibê dikin.

Hat ragihandin ku piştî daxuyaniyên Rûsyayê yên rizgarkirina Idlibê ji destê komên çekdar vê sibehê karwaneke leşkerî ya mezin ji panzêr, tank, alavên giran û leşker û serbazan gihîştine bajarê Xan Şêxon ê bejahiya başûrê Idlibê.

Herwiha karwaneke din a leşkerî jî gihîştiye derdora Sincar a bejahiya rojhilatê Idlibê.

SOHRê ragihand ku hêzên rejîmê şêniyên gundên herêma Sincarê der barê valakirina gundan de agahdar kirine.

Li gorî rawengehê nêzîk e di nav çend saetan de hêzên rejîmê û balafirên Rûsyayê êrîşeke berfireh li ser Idlibê bidin destpêkirin.

Hêjayî gotinê ye, Serokatiya Rûsyayê derheqê komên çekdarên li Idlibê de fikarên xwe anîbû ziman û behsa rizgarkirina Idlibê kiribû ku ev jî piştî serneketina civînên Astana yên Gera 14an pêk tê ku garantorên wê Rûsya, Tirkiye û Îran in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin