PeyamaKurd - Hat ragihandin ku dê pêşbirka 4emîn Şahciwana Kurdistanê (4.Miss Kurdistan – 2018) 12ê Kanûnê (12.12.2018) were lidarxistin.
Komîteya Amadekar a 4. Şahciwana Kurdistanê ragihand, wan vexwendname ji kesayetên biyanî û Kurd re şandine û amadekarî ber dawiyê ve diçin.
Pîvanên beşdarbûna Miss Kurdistanê yên sereke ew in ku divê keçên serlêdana Şahciwanê bikin temenê wan di navbera 18-30 de be, ezeb bin, qama wan ne kêmî 165 cm be û xwedî destûryariya zanîngehê bin.
Hat zanîn ku heta niha Herêma Kurdistanê û Rijhilatê Kurdistanê gelek keçên Kurd serlêdana xwe bo 4. Şahciwana Kurdistanê kirine.
Şahciwana Kurdistanê yekem car di sala 2012an de hatibû lidarxistin û Şênê Ezîz bûbû yekem.
Di pêşbirka duyemîn a Şahciwana Kurdistanê de (2013) Fênîk Mihemed û di ya 3yemîn a sala 2016an de jî Jalya Sîrwan bûbûn Şahciwanên Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin