PeyamaKurd – Kujerê malbata Kurd, ji aliyê Dadgeha Bexdayê ve 3 caran bi îdamê hat sizakirin.
Dadgeha Tawanan ya Bexdayê, biryara dawî li ser dosyeya kuştina 3 endamên malbata Kurd da.
Li gorî agahiyên Encumena Dadwerî ya Iraqê, dadgehê sizayê 3 caran îdamê da wî kesê ku endamên wê malbata Kurd kuştibûn.
Roja 15ê Îlona sala 2020an, li taxa Mensûr ya Bexdayê, zilamek û hevjîna wî û keça wî ji aliyê kesekî ve hatibûn kuştin.
Roja paşîn hêza Dijîterora Kurdistanê ew zilam li Hewlêrê girtibû û teslîmî hêzên Iraqî kiribû.

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin