PeyamaKurd - Ji ber zêdebûna haletên tûşbûnê li Mehabadê û xirabiya rewşê li wî bajarî biryar hat dayîn ku tevahiya mizgeftên Mehabdaê 16 rojên din girtî bimînin. Biryara girtina mizgeftên Mehabadê, ji aliyê Civata Melayên Bajêr ve hatiye dan.
Nûnerê Rêberê Îranê li Mihabadê mela Ebduselam Îmamî ragihand ku li ser biryara Civata Melayan tevahiya mizgeftên sînorê Mehabadê ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa koronayê dê heta 16 rojên din girtî dibin.
Ebduselam Imamî got, “hemû cure civîn dibe sedemek û rêyek ji bo zêdetir belavbûna koronayê, lewma bi biryara Civata Melayan û bi hevahengiya ligel komîteya rûbirûbûna koronayê, mizgeft û hemû deverên din ên olî heta 16 rojên din girtî dimînin.”
Li gor daneyên fermî yên Wezareta Tendirustiya Îranê, li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, heta niha 780 kes tûşî koronayê bûne, lê derbarê hejmara qurbaniyan de agahiyên zelal nînin.
Girtîbûna mizgeftên sînorê Mehabadê di demekê de ye, ku ji roja 31ê Gulanê ve di çarçoveya asayîkirina rêkarên rûbirûbûna koronayê li parêzgeha Urmiyê, mizgeftên bajar û bajarokên din ên vê parêzgehê hatine vekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin