PeyamaKurd - Ji ber barana zêde pira deriyê sînor ê Sêmalka (Pêşabûr) ê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê, ji ber bilindbûna ava çemê Dîcleyê di bin avê de ma.
Hate diyarkirin ku pira deriyê Sêmalkayê piştî di bin ava çemê Dîcle de maye gelek ziyan dîtiye û wê heta dawiya Cejna Remezanê girtî be.
Tîmên xebatên niha dest bi çêkirina pirê kirine û berpirsên derî ragihandine ku wê xebatên sererastkirina pirê encex heta dawiya cejna Remezanê bidawî bibin û loma jî wê derî ji çûnûhatinê re girtî bimîne.