Serok Barzanî bi sanda Ermenistanê re civiya: 'Kurdistan mînaka pêkvejiyana ayînî û netewî ye'

Serok Barzanî bi sanda Ermenistanê re civiya: 'Kurdistan mînaka pêkvejiyana ayînî û netewî ye'

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 24ê Sibatê li Pîrmamê pêşwazî li cîgirê wezîrê derve yê Ermenistanê Artak Apîtoniyan û şanda ligel wî kir.

Di hevdîtinêa ku balyozê Ermenistanê li Iraqê Harçiya Poladiyan û konsulê Ermenistanê li Hewlêrê Arşak Manokiyan jî amadehî kirin de, cîgirê wezîrê derve yê Ermenistanê hurmeta xwe ji bo xebat û xîreta Serok Barzanî nîşan da û spasiya Serok Barzanî, hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir, ji ber parastin û kûrkirina pêkvejiyanê û parastina mafên ermeniyan li Herêma Kurdistanê.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Ermenistanê anî ziman ku Ermenistan dixwaze pêwendiyên xwe yên bazirganî û dîplomatîk bi Kurdistanê re bihêztir û berfirehtir bike.

Serok Barzanî jî behsa pêwendiyên dêrîn yên gelê Kurdistanê û gelê Ermenistanê kir û anî ziman, damezirandina pişka kurdî di radyoya Ermenistanê de nîşana wê yekê ye ku pêwendiyên her du gelan, dîrokî ye.

Serok Barzanî kêfxweşiya xwe jî nîşan da ku pêwendiyên Kurdistan û Ermenistanê berfireh bibin û got, Kurdistan mînaka pêkvejiyana ayînî û netewî ye û ewê bi hemû hêza xwe piştevaniya mafên pêkhateyên Herêma Kurdistanê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin