Îsraîlê Hizbullah û milîsên Sîî kirin hedef

Îsraîlê Hizbullah û milîsên Sîî kirin hedef

PeyamaKurd - Îsraîlê navçeyên xalên Hizbullaha Libnanî yên Til El Xumer û girên li bakurê bajarê Quneyterê topbaran kirin.

Ji aliyekî din ve, îro danê sibê dengê teqîneke bihêz li firokxaneya leşkerî ya Dêra Zorê hat bihîstin û hat gotin ku îhtimal e ew teqîn ji encama bombebarana Îsraîlê bûbe.

Çend jêderên li navçê tekez kirin, ew firokxaneya leşkerî ya dengê teqînê jê hatiye bihîstin, hejmarek mezin milîs û Pasdarên Îranê lê hatibûn bicihkirin.

Ta niha tu daxuyaniyeke fermî ne ji aliyê Îsraîlê û ne ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve derbarê wê bombebaranê nehatine belav kirin. Herwiha ta niha ziyanên ji encama wê bombebaranê jî nehatine zanîn.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû, Derengê şeva Çarşemê 9ê vê mehê, milîsên Îranî li Sûriyê bi 20 mûşekên Grad û Fecir, êrîşî bingehên serbazî yên Israîlî li bilindahiyên Colanê kiribûn.

Wek bersivekê ji wê êrîşê re jî, di encamê de, roja 10ê vê mehê, firokeyên cengî bi tundî bingehên leşkerî yên Îranê yên li nav axa Sûriyê bombebaran kirin û ziyaneke mezin li wan kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin