PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed ragihand ku di 48 saetên dawî de Herêma Kurdistanê rastî pêleke dijwar a êrîşan hatiye. Ehmed eşkere kir ku nêzîkî 50 êrîşên bi dron, mûşek û roketan li dijî herêmê pêk hatine û tiliya tawanê dirêjî komên milîs ên ser bi hikûmeta Iraqê ve kir.
“Bexda milîsan bi çek û fînanse dike”
Ezîz Ehmed di daxuyaniya xwe de bi tundî bal kişand ser berpirsiyariya hikûmeta federal a Iraqê û got:
Gelek hedefên sivîl û leşkerî yên li herêma me rastî êrîşê hatine. Piraniya van êrîşan ji aliyê milîsên ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tên biçekkirin û pereyan distînin ve hatine encamdan.”
Rexneya li bêdengiya Bexdayê
Ehmed helwêsta rayedarên Bexdayê rexne kir û hikûmeta Iraqê wekî berpirsiyarê sereke yê vê bêîstîqrariyê nîşan da. Ehmed wiha peyivî:
Em bêdengiyeke kerr a hikûmeta Iraqê li hember êrîşên van koman dibînin. Heta niha ne şermezarkirinek heye û ne jî ji bo rawestandina sûcdarên ku ji Mûsil û Kerkûkê êrîşî me dikin tu gav hatine avêtin.”
“Herêma Kurdistanê ne beşek ji şer e”
Cîgirê Serokê Nivîsgeha Serokwezîr tekez kir ku Herêma Kurdistanê di nav nakokiyên leşkerî yên herêmî de cîh nagire. Wî diyar kir ku rêveberiya herêmê ji mêj ve bêalîbûna xwe ya li hemberî şer bi awayekî fermî ragihandiye û got:
Herêma Kurdistanê di vî şerî de ne beşdar e. Me bi zelalî bêalîbûna xwe nîşan daye û em naxwazin herêma me bibe qada pevçûnan.”
Ev daxuyanî di demekê de tê ku rageşiya leşkerî li Iraq û herêmê gihîştiye lûtkeyê û êrîşên li ser binesaziya Herêma Kurdistanê fikarên mezin ên ewlehiyê çêdikin.